Agirê daristanên Laziqiyê berdewam e û welatî derbider dibin
Welat TV - Hewlêr
5 roj in agirê daristanên bakurê Laziqiyê berdewam e û pêleke derbideriyê li deverê derketiye.
100 tîm li kar dikin ji bo kontirolkirina agirê lê ta niha hîn beşek ji agir nehatiye kontrolkirin.
Her weha tîmên berevaniya sivîl ji Urdin, Libnan û Turkiyê bi otombîl û balafiran di piroseya vemirandina agir de beşdar in.
Endamê tîma Berevaniya Sivîl a Sûrî Hemîd Qiteymî ji Welat TV re da zanîn ku, zêdetirî 10 hezar hiktar an derdora li gundewarê bakurê Laziqiyê şewitîne.
Qiteymî diyar kir jî ku pileyên germayê yên bilind û lezbûna bayê dihêlin ku agir befirehtir bibe, her weha mayîn û paşmayên şer astengiyan li pêş vemirandina agir derdixin.