Peywendî bi 2 ciwanên Rojavayê Kurdistanê re li Şamê hatiye birîn

Welat TV - Hewlêr

Peywendî bi 2 ciwanên Kobaniyê re li Şama paytexta Sûriyê hatiye birîn û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ehmed Mihemd birayê ji Welat TV re got ku heryek ji Mustefa Mihemed û Ehmed Bozî, roja 25 Hezîranê berê xwe dabûn Şamê ji bo kirîna alavên pêwîşt ji kargehên dirûtinê re û li wir nûçeyên wan hatin birîn.

Ehmed diyar kir ku ew ji wê demê ve pirsa wan dikin lê tan niha çarenivîsa wan ne diyar e.

*"Sivîl in"

Ehmed Mihemed, tekez kir, birayê min û hevalê wî sivîl in û tu peywendiyan wan bi karûbarên leşkerî re tune ne, herdu karê drûtinê dikin.

*"Pismamekî min wenda ye" 

Ehmed da zanîn ku pismamekî min jî li gel çend ciwanên din ji bo derxistina pasportan çûbûn Himsê ew jî heta niha wenda ne.

*Bang

Ehmed Mihemed bi rêya Welat TV re banga diyarkirina çarenivîsa wan kir û got: Em li hemû navendên ewlehî, leşkerî û sivîl pirsîn lê me tu agahî bi dest nexistin.

Her weha bixwîne.. Termê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Şamê hat dîtin