El-Salih: Piştevaniyeke navdewletî ji bo vemirandina agirê daristanên Laziqiyê digihe Sûriyê

El-Salih: Piştevaniyeke navdewletî ji bo vemirandina agirê daristanên Laziqiyê digihe Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Hawarçûn û Karesatan di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Raîd El-Slaih da zanîn ku ew rastî gelek zehmetiyan di vemirandina agirê daristanên Laziqiyê de tên û wan bi dehan malbat ji deverên agir veguhestine.

Raîd El-Slaih li ser tora ”X” got ku ta niha 14 hezar hiktar ji daristanên Laziqiyê şiwitîne û tîmên wan di amadebaşiyê de ne lê ew rastî gelek zehmetiyan tên ji ber lezbûna bayê.

Wezîrê Hawarçûn û Karesatan diyar kir ku ta niha zêdetirî 25 malbatan ji devera Xesaniyê hatine derxistin ji bo parastina jiyana wan.

Raîd El-Salih serbar kir ku niha 16 balafir kar dikin ji bo vemirandina agir û tê pêşbênîkirin ku piştevaniyeke herêmî û navdewletî di demjimêrên bê de bigihe Sûriyê.