El-Şaybanî û şandeke Ewropî alîkariya ji bo rûbirûbûna agiran gengeşe kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve di Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de Es´ed El-Şeybanî û şandeke ji balyozên Yekîtiya Ewropayê mîkanîzma pêşkêşkirina alîkariyê di vemirandina agirê daristanên Laziqiyê de gengeşe kir.
Wezareta Derve da zanîn ku El-Şeybanî û şanda bi serokatiya Karbirêkerê Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê Mîxaîl Onmaxt bandora agirên ku li hin deverên Sûriyê vêketine li ser welatiyan û jîngehê gotûbêj kir.
Wezaretê got ku El-Şeybanî tekezî li ser piştevaniya Navdewletî di rûbirûbûna karesatên xwezayî de kiriye.
Wezareta Derve diyar kir ku herdu aliyan hejmarek mijarên sereke gengeşe kirin û El-Şeybanî hate vexwendin bo serdana Belcîka û berdewamkirina diyalogên siyasî.