Amnesty: Divê El-Şeri´ encamên lêkolînan derbarê komkujiyên Beravê eşkere bike

Amnesty: Divê El-Şeri´ encamên lêkolînan derbarê komkujiyên Beravê eşkere bike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî ji hikûmeta veguhêz a Sûrî xwest ku encamên lêkolînên derbarê komkujiyên Berava Sûriyê bi temamî eşkere bike û berpirsên wan komkujiyan siza bike.

Lêbûrîna Navdewletî ev yek îro di raportekê de ragihand û diyar kir ku divê serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ pabend bi eşkerekirina encamên lêkolînan ji ber ku divê raya gîştî karê komîtê nas bike.

Rêxistinê da zanîn jî ku ji mafê kesûkarên qurbaniyan û rizgarbûyan e ku rêkarên bicîkirina dadweriyê di vê doseyê de nas bikin.

*Divê Qurbanî werin qerebûkirin

Lêbûrîna Navdewletî diyar kir ku tenê lêkolînên bêalî dikarin dadweriyê bi cî bikin û divê El-Şeri´ malbatên qurbaniyan û rizgarbûyan qerebû bike, ji ber ku ev yek beşekî sereke ye ji bo girtina rê li pêş binpêkirinan.

*Şerê li Berava Sûriyê

Di Adara bûrî de, şer li Berava Sûriyê derket, di encamê de, bi sedan kes bûne qurbanî û bi hezaran kes penaberî Libnanê bûn.

Hikûmeta veguhêz a Sûrî dibêje, ew şer ji ber êrîşên paşmayên Rêjîma Esed a hilweşiyayî li ser hêzên wê li Beravê derketine.

Ajansa Reutersê jî got ku derdora 1500 kes ji pêkhateya Ewlewî di şerê li Berava Sûriyê hatine kuştin.

9 Adarê El-Şeri´ komîtek ji bo lêkolînê di bûreên Berava Sûriyê de ava kir, û jê xwest ku di heyama mehekê de encamên lêkolînê pêşkêş bike, pişt re El-Şeri´ li ser daxwaza komîtê ragihandina encaman bo 3 mehên din dirêj kir.