Agirê Laziqiyê di roja 8an de ye

Agirê Laziqiyê di roja 8an de ye

Welat TV - Hewlêr

Agirê daristanên Laziqiyê di roja xwe ya 8an de berdewam e, û yekem karwanê alîkariyên mirovî gihişt deverê.

Wezîrê Hewarçûn û Karesetan ê Sûriyê Raid El-Salih di daxuyaniyekê de got: "Me danê sibehê agir kontrol kir, lê rabûna bayekî bihêz hişt ku careke din agir belav bibe, û da zanîn ku agir niha li 2 xalan bi tenê maye".

Wezîrê Hewarçûn û Karesetan ê Sûriyê Ra’id El-Salih got: "Demjimêr 4ê sibeha me dest bi proseyekê kiribû, agir nemabû, lê mixabin danê sibehê bayekî bihêz çêbû, vê bayê hişt ku agirên nû belav bibin, û careke din agir berfireh bû".

*Li 2 xalan agir heye 

El-Salih da zanîn, "Pirsgirêka li pêşiya me ew e ku niha agir di 2 xalan de berfierh dibe, xala yekem newal e ku bi tu awayî em nikarin derbasî wê bibin bi tenê di rêya helîkopteran serederî bi agir re tê de dibe, û xala 2an devera Burc Zahî ye, ew jî devereke tijî mayînên şer e".

*Alîkar gihiştin ziyatîdiyan 

Li aliyekî din, alîkarî li ser malbatên ku ji ber agir derbider bûbûn hatin belavkirin, Welat TV gihştina karwanên alîkariyan şopand, û li gel welatiyên ziyandîtî li deverê axivî. Karwan ji aliyê Navenda Şah Selman bo Hewarçûn û Karên Mirovî ya Si’ûdî ve hatiye pêşkêşkirin, û li devera Qestel Me’af li gundewarê Lazqiyê hat belavkirin. Karwan bi awayekî sereke ji alîkariyên xwarin û kelûpelên malan mîna betaniyan ji bo germê, pêk tê.

Welatiyê bi navê Selîm Xoce got: "Em ji gundê Soda ne, em berê ji ber şer û girjiyan derbider bûbûn, em 14 salan derbider man, dema ku em niha vegeriyan agir çêbû, û em careke din derbider bûn. Tiştek nema ne av ne elektirîk, 10 salên din jî em ê nikaribin vegerin".

Welatiyekî din bi navê Mustefa Hemdo ji Welat TV re got: Pêdiviya me ya sereke bi avê heye ji ber ku hemû torên veguhestina avê li deverê têk çûne, û bang kir ku di yekem gav de doseya dabînkirina avê çareser bibe.

*15 hezar hiktar 

Li gorî dawîn amarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, ta niha bêtirî 15 hezar hiktarî li daristanên Laziqiyê şewtîne, û hewil ji bo kontorlkirina agir ji hemû aliyan ve berdewam in.