Karwanekî ji 30 barhilgiran ê malbatên Erebên hawirde ji Efrînê derdikeve

Welat TV - Hewlêr

Karwanekî din ê malbatên Erebên hawirde ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê derket.

Li gorî zanyarî û dîmenên taybet ji Welat Tv re hatine, karwan zêdetirî 30 barhilgir û otombîlan li xwe digire.

Jêderan got, barhilgir ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê derketin, û li navenda bajarê Efrînê kom bûn û îro 10 Tîrmeha 2025an, berê xwe dan parêzgehên Şam û Himsê.

Piştî ketina Esed bi dehên hezaran ji malbatên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine û berê xwe dane parêzgeha û bajarên xwe.

*Rêjeya Kurdan 80% ye

Li gorî amarên Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî rêjeya Kurdan niha li Efrînê 80% her weha rêjeya erebên hawirde 20% ye.

Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Ehmed Hesen beriya çend rojan di çarçoveya xwe di programa Rojeva Welat de got, rojane Kurd vedigerin di heman demê Erebên hawirde jê derdikevin.