Ehmed Turk: Diyalog doza Kurdî çareser dike
Welat TV - Hewlêr
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk çekdanîna PKKê bi rojeke dîrokî bi nav kir û diyar kir ku diyalog doza Kurdî çareser dike.
Îro piştî beşdariyê di merasîmên çekdanîna yekem grûp ji PKKê li devera Raperîn li Herêma Kurdistanê, Ehmed Turk got ku doza Kurdî bi rêya şer çareser nabe lê diyalog çareserî ye.
Turk diyar kir ku piştî çekdanîna PKKê êdî qonaxeke nû dest pê dike û hevdîtin û diyalog derbarê mafên Kurdan li Bakurê Kurdistanê dest pê dikin.
Ehmed Turk rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê de li Turkiyê bilind nirxand û da zanîn ku ew ê civînan encam bidin ji bo naskirina nêrînên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di vê derbarê de.
*Her weha bixwîne: PKK dest bi danîna çekan dike