Serok Barzanî: Em ê kar ji bo serxistina piroseya aştiyê li Turkiyê bikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî da zanîn ku gavên di piroseya aştiyê de li Turkiyê hatine avêtin girîng in û ew ê kar ji bo serxistina wê piroseyê bike.
Serok Barzanî ev yek di civînekê de li gel şanda Dem Partî li Hewlêrê ragihand û diyar kir ku 10 sal ji danûstandinan baştir in ji demjimêrekê ji cengê.
Serok Mesûd Barzanî got ku pirsgirêk bi şer û tundûtûjiyê çareser nabin û divê xebata siyasî û diyalogê werin hilbijartin.
*Serdana Ocelan
Ji aliyê xwe ve şanda Dem partî ya ku serdana Herêma Kurdistanê kir û di merasîmên çekdanîna yekem grûpa PKKê de beşdarî kir, rola serok Barzanî di piroseya aştiyê de bilind nirxand.
Şandê serok barzanî vexwend bo serdana serokê PKKê Ebdilah Ocelan, û Serok Barzanî da zanîn ku ew ê di rewşeke guncaw de serdanê encam bide.
*Her weha bixwîne: PKK dest bi danîna çekan dike