Dergehê Keseb ê sînorî bi Turkiyê re ji ber agirê Laziqiyê hat girtin
Welat TV - Hewlêr
Dergehê Keseb ê sînorî ji ber berdewamî û belavbûna agirê daristanên parêzgeha Laziqiyê hat giritn.
Rêveberê Peywendiyan ê Desteya Giştî ya Xalên Sînorî yên Bejayî û Deryayî Mazin Elûş ragihand, ji ber beavbûna agirê daristanên Laziqiyê dergehê Keseb ê sînorî bi Turkiyê re hat girtin.
Elûş diyar kir, ji ber nêzîkbûna agir ji dergehê, biryar ji aliyê Turkiyê ve hat dan û dergeh bi awayekî demkî were girtin.
Wezîrê Hewarçûn û Karesetan ê Sûriyê Ra’id El-salih da zanîn, ji ber rabûna bayekî bihêz û teqîna paşmayên şer agir careke din belav û berfireh bû.
*Agir di roja 10an de ye
Wezîrê Hewarçûn û Karesetan dawîn amarên ziyanên agirê daristanên Laziqiyê ku di roja 10an de ye eşkere kir û got ta niha bêtirî 15 hezar hiktarî ji daristanan şewitîne.
Helwesta şêniyên deverê, derbideriya ji ber şewatê, gihiştina alîkariyan di vê lînkê de bixwîne: Agirê Lazqiyê di roja 8an de ye