Hakan Fîdan li ser çekdanînê: Gaveke girîng e û cihê dilxweşiyê ye

Hakan Fîdan li ser çekdanînê: Gaveke girîng e û cihê dilxweşiyê ye

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan danîna yekem grûpa PKKê ji çekan re bi gaveke girîng bi nav kir.

Fîdan di daxuyaniyekê de li ser hejmara xwe ya "X" ragihand, "Danîna yekem grûpa PKKê ji çekan re cihê dilxweşiyê ye û hêviya hevpar a miletê me ew e ku ev gav bibe rêyek ku jinavbirina herdewmî ya terorê misoger bike".

Wezîrê Derve yê Turkiyê amaje bi wê yekê jî kir, "Receb Teyib Erdogan Erdogan û Delwet Baxçelî viyaneke bihêz diyar kir.

Hakan Fîdan diyar kir, "Em ê di rewşa amadebaşiyê de bin heta ku KCK bi tevaya pêkhateyên wê ve wekî gefekê rabe.

*Çekdanîn

Duh 11ê Tîrmehê 2025an, merasîmên çekdanîna PKKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dest pê kir û 30 endamên PKK çak danîn û şewitandin.

Di merasîman de, hejmarek ji partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, hejmarek aliyên siyasî ji Herêma Kurdistanê, di nav de Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK, her weha şandeke Hikûmeta Iraqê amade bûn.

Tê pêşbînkirin ku di heyama çend mehan de proseya kişandina çekan bi temamî bi dawî were.