Pirtûkeke Dr. Welat Mihemed li Qamişlo hat îmzekirin "Pirtûka min rexneyî ye"

Pirtûkeke Dr. Welat Mihemed li Qamişlo hat îmzekirin

Welat TV - Hewlêr 

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ahenga îmzekirina pirtûkeke Dr. Welat Mihmemed bi rê ve çû.

Pirtûk bi zimanê Erebî ye li jêr navnîşana (شواطئ النص الاقتباس التمهيدي في الرواية العربية ) ye, duh 12 Tîrmeha 2025an hat îmezekirin.

Aheng ji aliyê Yekîtiya Giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriyê hat birêxistinkirin. Di merasîman de, Dr. Welat Mihemed behsa naveroka pirûka xwe kir, û amaje bi peyam û armanca xwe ji vê pirtûkê kir.

Dr. Welat Mihemed ji Welat TV re got: Pirtûka min rexneyî ye, rexneyê li romana Erebî dike.

Di merasîman de, hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl, saziyên ciwanan amade bûn. Her weha di dawiyê de hunermend Beha Şêxo hejamrak ji saz û stranên xwe aheng xemiland.

*Doktora di rexnegeriya wêjeyî de standiye

Nivîskar û Dr. Welat Mihemed sala 1965 li bajarê Qamilş ji dayîk bûye, doktora di rexnegeriya wêjeyî de sala 2011an li Şamê bi dest xistiye, du pirtûkên din ên rexnegerî hene salên 2007 - 2024 hatine çapkirin, niha li Elmanya dimîne.