Ji ber talankirina ajokarekî girjî li Siwêdayê derketine

Ji ber talankirina ajokarekî girjî li Siwêdayê derketine
Ji ber talankirina ajokarekî girjî li Siwêdayê derketine

Welat TV - Hewlêr

Li Siwêdayê girjiyên ewlehî derketine û hejmarek kes hatine girtin û tevgera hatinûçûnê jî li ser rêya Siwêda û Şamê hate girtin.

Tora "Siwêda 24" da zanîn ku li ser rêya Şamê û Siwêdayê çekdarên rêbendekê ajokarek girt û otombîla wî ku barkirî bi keskatiyê bû talan kir.

Got jî: "Ji ber vê yekê, kesûkarên ajokar rêbendeke demkî di nava Siwêdayê de danî û 8 kes girtin û daxwaza vegerandina otombîlê beramberî serbestberdana wan kirin".

Ji aliyê xwe ve jî û weke karvedana girtina wan kesan, "grûpeke xwecihî li rojhilatê bajêr rêbendek danî û herî kêm 5 kes girtin".

Her di vê derbarê de jêderan diyar kir ku Ewlehiya Navxwe ji ber girjiyan tevgera hatinûçûnê li ser rêya Şamê û Siwêdayê ji aliyê rêbenda Mismiyê ve rawestand.