Semawî: Erdogan, Ebdî û El-Şeri di Tebaxê de dicivin û 14 hezar endam çekan datînin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Navenda Temel a Lêkolînan Ebdulrehîm Semawî ragihand ku di destpêka meha Tebaxê de serokê Turkiyê Receb Teyb Erdogan, fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri dê li Turkiyê bicivin.
Duh 13 Tîrmeha 2025an, Semawî di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de got: Civîna sêqolî li Turkiyê bi rê ve diçe û pêşeroj û çarenivîsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar dibe.
*Nameyek ji bo Ebdî
Semawî da zanîn ku rêberê PKK Ebdulah Ocelan dê di çend rojên bê de nameyekê di rêya vîdyo, taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Mezlûm Ebdî re bişîne.
*Hozat li dijî çekdanînê bû
Ebdulrehîm Semawî got jî, Besê Hozat li dijî çekdanînê bû û hilbijartina wê weke yekem fermandar name û watê jê hebûn û ew grûp êdî dikare vegere welatê xwe bê ku tu astengî werin pêşiya wan.
*14 hezar endam çek datînin
Ebdulrehîm Semawî diyar kir duh jî 200 endamî çek li parêzgeha Silêmaniyê danîn û koma giştî 14,200 endam in dê çek deynin û 120 hezar kes ên alîgirê PKKê, li seransenî cîhanî dê tevlî jiyaneke nû bibin, û çekdanîn meha Êlûnê bi dawî dibe her weha amadekarî ji bo guhertina destûra Turkiyê tê kirin.
*Şam êrîrşî HSDê nake
serokê Navenda Temel a Lêkolînan Ebdulrehîm Semawî di dawiya axaftina xwe de got: Bila dilê xelkê me rihet bibe Şam êrîşî HSDê nake, li ser her tiştekî li hev kirine, û di cîvîna Erdogan, fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri de dê naveroka lihevkirinê diyar dibe.