Hevpeymaniya Navdewletî êrîşine esmanî li Dêra Zorê encam dan

Hevpeymaniya Navdewletî êrîşine esmanî li Dêra Zorê encam dan
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî

^ - Hewlêr

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî sê êrîşên esmanî li biyabana Dêra Zorê li Sûriyê encam dan bê ku tu zanyarî derbarê ziyanan de hebin.

Jêderên xwecihî ragihand, duh milîsên ser bi Îranê ve 3 êrîşên mûşekî li ser bingeha Emerîkî li kêlgeha Elomer ye petrolê li Dêra Zorê encam dan.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hevdemê armanckirina kêlgeha Elomer, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî sê êrîşên esmanî li ser baregehine mezin yên milîsên ser bi Îranê ve li mezara Eyn Elî li biyabana Elmeyadîn ya Dêra Zorê encam dan bê ku tu zanyarî derbarê ziyanên mirovî de hebin.

Rewangehê serbar kir, ji 19ê Cotmeha borî ve, bingehên Emerîkî li hundirê Sûriyê rastî 116 êrîşan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatine.

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê jî ragihandibû, di encama êrîşên milîsên ser bi Îranê ve li Sûriya, Îraq û Urdunê ji 18ê Cotmehê ve, 3 serbazên Emerîkî hatine kuştin û 186 birîndar bûne.