Piştî 12 rojan agirê daristanên parêzgeha Laziqiyê hat vemirandin
Welat TV - Hewlêr
Piştî 12 rojan ji şewata daristanên parêzgeha Laziqiyê îro 14 Tîrmeha 2025an, agir hat vemirandin.
Wezîrê Hawarçûn û Karasatan ê Sûriyê Raid El-Salih ragihand, agirê daristanên Laziqiyê hatiye kotirolkirin, û piroseya sarkirinê dest pê kir.
Raid El-Salih da zanîn, niha tu xalên vêketî nemane, pirosya çavdêrî û sarkirinê berdewam e.
El-Salih got jî, metirsî ji berfirehbûna rûbarê agir nemaye, lê ta niha 16 hezar hiktar ji daristanên deverê şewitîne û komîteyeke hikûmî ji bo alîkariya ziyandîtiyan, qerbûkirina wan û dubareavakirina deverên ziyandîtî, dê were avakirin.
Di 12 rojan de agirê di nav daristanên Laziqiyê de berdewam bû, tîmên vemirandina agir ji welatên derdor jî tevlî proyeya vemrandina agir bûbûn.