Dijeterora Kurdistanê: 3 dronên bombekirî êrîşî kêlgehên petrolê li Zaxo û Duhokê kir

Dijeterora Kurdistanê: 3 dronên bombekirî êrîşî kêlgehên petrolê li Zaxo û Duhokê kir

Welat TV - Hewlêr 

Îro bi hejmarek dronên bombekirî êrîşî kêlgehên petrolê li Duhok û Zaxo hate kirin.

Dijeterora Kurdistanê ragihand, îro bi rêya 2 dronên bombekirî êrîşî kêlgeha petrolê ya DNO li Pêşabûrê li Îdareya Zaxo ya serbixwe hate kirin. Her weha da zanîn, bi rêya droneke din a bombekirî êrîşî kêlgeha Petrolê ya DNO li Tawkê li sînorê zaxo jî hate kirin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyeke din de jî da zanîn, bi rêya droneke bombekirî êrîşî kêlgeha petrolê ya Hand Oil ya Emerîkî li Ba’edrê li qezaya Şêxan ya ser bi parêzgeha Duhokê ve hate kirin.

*Ziyanên canî tune ne 

Dijeterora Kurdistanê tekez kir, tu ziyanên canî di wan êrîşan de nehatine tomarkirin.

*Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşên şermezar dike 

Duh Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: "Em bi tundî êrîşên bi dronan li ser jêrxane û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û êrîşên li ser kêlgehên petrolê li Xurmele û Sersingê şermezar dikin".

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Divê hikûmeta Iraqê rêkarên bilez û pêwîst ji wan êrîşan re deyne û divê êrîşker werin diyarkirin û sizakirin".

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, "Êrîşên weha metirsiyê li ser serwerî û seqamgîriya welêt û weberhênanên navxwe û biyanî dirust dike".