Hema.. Paşmayên 15 terman di goreke bikom de hatin dîtin

Hema.. Paşmayên 15 terman di goreke bikom de hatin dîtin
Hema.. Paşmayên 15 terman di goreke bikom de hatin dîtin

Welat TV - Hewlêr

Goreke bikom ku tê de paşmayên çendîn term tê de bûn li gundewarê Hemayê hate dîtin.

Desthilatdarên dadwerî li Hemayê ragihand ku di nava bîrekê de li bajarokê Mi'an paşmayên 15 terman hatin dîtin û di nava wan de jinek û zarokek jî hene.

Dadwer Eymen Osman parêzerê giştî li Hemayê da zanîn ku Tîmên Ewlehî, Pizîşkiya Dadwerî û Berevaniya Sivîl paşmayên wan terman derxistin.

Got jî: "Ew qurbanî di sala 2013an de di komkujiyeke Rêjîma Esed de hatine kuştin".

Ji aliyê xwe ve jî, welatiyekî daye zanîn ku bira û pismamê wî di nav wan de bûn û wan ew ji cilê wan naskirin.

Piştî ketina Rêjîma Esed bi dehan gorên bikom li piraniya dever û bajarên Sûriyê hatine dîtin, paşmayên bi hezaran kes ên ku di serdema Rêjîmê de hatine kûştin di wan goran de bûn û bê ku nasnameya wan jî were zanîn