Karwanekî leşkerî yê milîsên Îranî derbasî Sûriyê bû

Karwanekî leşkerî yê milîsên Îranî derbasî Sûriyê bû
Karwanekî leşkerî yê milîsên Îranî derbasî Sûriyê bû

Welat TV - Hewlêr

Karwanekî leşkerî yê milîsên ser bi Îranê ve gihîşt Sûriyê û berev parêzgeha Humsê bi rê ket.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, Karwanekî leşkerî yê milîsên Îranê ku ji 4 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojstîk pêk dihat bi rêya dergehê Elsikek yê neyasayî ji Îraqê derbasî Sûriyê bû.

Serbar kir, karwan bi şêweyekî demkî li baregeheke leşkerî ya Pasdarên Îranê li taxa Eltemo ya bajarê Elmeyadîn yê Dêra Zorê rawestiya û berbanga îro berev parêzgeha Humsê bi rê ket.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir ku hêzên Emerîkî duh bi mûşekan baregehine milîsên ser bi Îranê ve li derdora Elmeyadîn û mezara Eyn Elî li Dêra Zorê armanc kirin.

Li gorî rewangehê, ji 19ê Cotmeha borî ve, bingehên Emerîkî li hundirê Sûriyê rastî 116 êrîşan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatine.

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê jî ragihandibû, di encama êrîşên milîsên ser bi Îranê ve li Sûriya, Îraq û Urdunê ji 18ê Cotmehê ve, 3 serbazên Emerîkî hatine kuştin û 186 birîndar bûne.