Xwepêşanderên Siwêdayê li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de li Sûriyê rijd in

Xwepêşanderên Siwêdayê li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de li Sûriyê rijd in
Siwêda

Welat TV - Hewlêr

Xwepêşandanên li dijî Rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê berdewam in, welatî li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de rijd in.

Îro 16ê Sibata 2024an, bi sedan welatî li qada Elkerama li navenda bajarê Siwêdayê kom bûn û banga hilweşandina rêjîmê û bicîkirina bieyarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kir.

Di xwepêşandanê de, welatiyan siloganên wek: ”Tu rûmet ji birçiyan re tune, derkev nanê xwe bixwaze, derkev rûmeta xwe bixawze”, ”hilweşe rêjîma ku gel birçî dike” û ”ne bi nên tenê.. mirov dijî” hildan.

Di Tebaxa sala borî de, xwepêşandan ji ber xerabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekgirtî û serbesberdana girtiyan kir.