Welatiyeke Kobaniyê di bûyereke hatinûçûnê de canê xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Welatiyeke bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di bûyereke hatinûçûnê de canê xwe ji dest da û hevjînê wê birîndar e.
Duh di encama bûyereke hatinûçûnê de li ser rêya Kobanî - Helebê, welatiya bi navê Hêlîn Mistefa Simo canê xwe ji dest da û hevjînê wê Mistefa Derwêş birîndar bû.
Li gorî agahiyan, Mistefa niha li nexweşxaneya Elemel ya bajarê Kobaniyê çareseriya pizîşkî werdigre û rewşa wî ya tendirustî aram e.