Di teqîna paporekê de şewitîbû.. Ciwanekî Qamişlo canê xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku beriya 19 rojan di teqîna paporeke nefta spî de şewitîbû canê xwe ji dest da.
Jêderên taybet ragihand, îro Delîl Xelîl Hisên yê 28 salî di nexwşxaneyeke bajarê Dohukê li Herêma Kurdistanê koça dawî kir.
Di 29ê Çileya 2024an de, Xelîl Hisên piştî ku ji karê xwe vegeriya malê û hewla germkirina avê ji bo serşûtinê kir rastî şewatê hat, ji ber rewşa wî ya tendirustî ya xirab bo nexwşxaneyeke Duhokê hate veguhestin.
Beriya niha, Leyla Hisên ji Welat TV re gotibû: Kurê birayê min Xelîl, benzîn li şûna nefta spî bi kar anî lewma papor teqiya û agir bi laşê wî ket, 75 % ji laşê wî şewitiye.
Tevî wergirtina çareseriya pizîşkî li Herêma Kurdistanê, Xelîl ji ber şewata giran îro canê xwe ji dest da.