Israîl gundewarê Der´ayê armanc kir

Israîl gundewarê Der´ayê armanc kir
Israîl gundewarê Der´ayê armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Israîlî baregehine Rêjîma Sûrî li gundewarê Der´ayê weke bersiv li ser armanckirina Colanê, topbaran kir.

Di daxuyaniyekê de, artêşa Israîlî îro ragihand, hêzên wê embareke çekan a rêjîmê li devera Mihca li gundewarê Der´ayê bi balafir û topxaneyan armanc kir.

Serbar kir, ev yek bersiv e li ser berdana mûşekan ji xaka Sûriyê berev Colanê.

Li gorî jêderên xwecihî, embara ku hatî armanckirin ser bi firqeya 9an a rêjîmê ve ye, mezintirîn embara çekan e li başûrê Sûriyê, milîsên Îranî û Hîzbûlah carinan ji bo veşartina çekan bi kar tînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragihandibû, komeke çekdar ser bi Hîzbûlah a Libnanî ve bi mûşekan artêşa Israîlî li Colanê armanc kir.