PYDê endamekî ENKSê li Qamişlo serbest berda

PYDê endamekî ENKSê li Qamişlo serbest berda

Welat TV - Hewlêr

Piştî 9 rojan ji girtinê, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, endamekî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, serbest berda.

Talib Hesen Ibrahîm endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û endamê xwecihiya taxa Rojavayî ya ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di 8ê Sibata 2024an de ji aliyê PYDê ve hatibû revandin. Di 16ê heman mehê de, hat serbestberdan.

Emîndarya gîştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de revendina endamê xwe şermezar kiribû, û ragihandibû: Ev yek di çarçoveya zêdebûna rewşên revandinê de tê, û hemû binpêkirin û kiryarên tirsandinê yên li dijî mafên mirovan ku çekdarên PYDê pê radibin, cihê şermezariyê ne.

Ji destpêka salê ve, çekdarên bi ser PYDê ve dest bi revandina endamên PDK-Sê û ENKSê kiriye, beriya niha jî hejmarek kes li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê revandibûn û pişt re serbest berdan.