UN banga vekirina lêkolînê derbarê kuştin û binpêkirinên li Siwêdayê dike

UN banga vekirina lêkolînê derbarê kuştin û binpêkirinên li Siwêdayê dike
UN banga vekirina lêkolînê derbarê kuştin û binpêkirinên li Siwêdayê dike

Welat TV - Hewlêr

Netewên Yekbûyî daxwaz ji Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku sizadan û dadmendiyê derbarê operasyonên kuştinê û binpêkirinan li Siwêdayê gerentî bike.

Volker Turk Komîserê UN bo mafên mirovan di daxuyaniyekê de got ku divê rijandina xwînê û tundûtûjî rawestin, û tevaya xelkê li gor yasaya navdewletî ya mafên mirovan werin parastin.

Turk tekez kir jî ku "divê lêkolînên serbixwe, zelal û bilez derbarî tevaya karên tundûtûjiyê werin encamdan û tevaya berpirsên van binpêkirinan werin sizadan".

Li gorî Nivîsgeha Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî, "belgeyên piştrastkirî" derbarê binpêkirinên berfireh hene û operasyonên kuştina meydanî ku "Hêzên Ewlekarî û çekdarên din, di nav de yên Durzî û êlan hene" li xwe digirin.