Di rûdaneke hatûçûnê de li Efrînê 20 mî mirin
Welat TV - Hewlêr
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, rûdaneke hatûçûyê bû sedema mirina keriyeke pezê welatiyekî.
Rûdan îro 17ê Sibata 2024an li navçeya Bilbilê li çarêya gundê Cela çêbû.
Tomarên dengî bi destê Welat TV ketin: Otombîlek di keriyê pêz de lêket, tê de ji 15 – 20 serî miyan mirin û çend serî jî birîndar bûn.
Jêderê got: Du otombîl wergeriyan, lê ziyanên canî nehatin tomarkirin û yek ji otombîlan semad bar kiribû.
Jêderê da zanîn: Xwediyê keriyê ereb e, ji erebên hawirde ye.