Urdun.. Civîneke çaralî ji bo rûberûbûna madeyên hişbir hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên navxwe yên Urdun, Îraq, Libnan û Rêjîma Sûrî ji bo rûberûbûna metirsiya madeyên hişbir civiyan.
Îro li Omana paytexta Urdunê, Wezîrên navxwe, yê Urdunê Mazin Elferaya, yê Îraqê EbdulEmîr Elşemerî, yê Libnanê Besam Mewlewî û yê Rêjîma Sûrî Mihemed Xalid Elrehmon civiyan, bihêzkirina hevkariyê di çarçoveya rûberûbûna madeyên hişbir de û xurtkirina hevkariya ewlehî li gorî berjiwendiyên niştîmanî yên bilind li welatên deverê gengeşe kirin.
Di vê derbarê de, wezîrê navxwe yê Urdunê ragihand, ji bo rûberûbûna madeyên hişbir, wezîran briyar da şaneyeke peywendiyan ya hevbeş damezrînin da ku barhilgir û zanyariyên girêdayî bi madeyên hişbir bişopînin.
Di dema dawiyê de, Urdun dest danî ser bi milyonan hebên Kiptagonê û tûrên heşîşê ku bi qaçaxî ji Sûriyê derbasî Urdunê bibûn, serbarî encamdana hejmarek êrîşên esmanî li ser cihên çêkirina madeyên hişbir li Başûrê Sûriyê.
Di salên borî de, çêkirina û belavkirina madeyên hişbir bûye jêdera aborî ya sereke ya Rêjîma Sûrî û milîsên ser bi Îranê ve, madeyên hişber bi rêya torên qaçaxiyê li hundir û derveyî Sûriyê belav dikin.