Dîwaneke nû ya Mişel Osman derket

Dîwaneke nû ya Mişel Osman derket

Welat TV - Hewlêr

Nivîskarê Kurd Mişel Osman dîweneke xwe ya helbestî bi navê ”Hevalname” li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Îmze dike.

Roja Çarşema bê, demjimêr 5:30 êvarê, Mişel Osman dîwana xwe ya nû ya bi navê Hevalname li hola Cîgerxwîn li navenda P.D.P.K.Sê li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê îmze dike.

Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahinga îmzekirina dîwana Osman bi rê ve dibe û di vexwendinekê de banga beşdariyê tê de kir.

Di dawiya 30 Çileya borî Osman li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand ku dîwana wî ya nû “Hevalname” li çapxaneya Gazî li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin û gihîşte Rojavayê Kurdistanê.

Nivîskarê Kurd Mişel Osman, sala 1970 li gundê Xiwîtla yê ser bi Dirbêsiyê ve ji dayîk bûye, di sala 2017an de, dîwana xwe ya helbestî ”Nîv Peyal” çap kir, hejmarek berhemên wî jî li benda çapkirinê ne.

Herweha Osman hejmarek şanoyên cîhanî ji zimanên biyanî wergirandine Kurdî weke şanoya bi navê Şoreşa Miriyan a nivîskar Irwin Shaw û Kûçikê Axe ya Memdûh Edwan.