Karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Welat TV - Hewlêr

Karwanekî leşkerî barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk gihîşt bingeha Emerîkî li Xerab Elcîr li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî jêderên xwecihî, duh karwanekî leşkerî ku ji 30 barhilgirî barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Elwelîd yê Hevsînorî re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bingeha Emerîkî li Xerab Elcîr bi cih bû, serbar kir, balfireke barkirî bi alvên leşkerî û lojstîk jî gihîşt heman bingehê.

Di 13ê Sibatê de jî karwanekî leşkerî yê Emerîkî gihîşt Rojavayê Kurdistanê û li bingeha Xerab Elcîr bi cih bû.

Piştî êrêşîn dawiyê yên milîsên Îranî li ser bingehên Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hejmarek karwanên leşkerî gihîştin wan bingehan.

9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.