Ji ber paşmayên şer.. Zarokekî li Hesekê canê xwe ji dest da

Ji ber paşmayên şer.. Zarokekî li Hesekê canê xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Zarokekî di encama teqîna paşmayên şer de li gundewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, di encama teqîna paşmayên şer de li gundê Eltiweymîn li Başûr Rojhilatê Hesekê zarokekî 11 salî canê xwe ji dest da.

Serbar kir, ji destpêka salê ve 13 kesan ku di nav de 12 zarok hene di encama teqîna paşmayên şer de li seranserê Sûriyê canên xwe ji dest dane serbarî birîndarbûna 24an.

Li gorî rewangehê, ji rewşên ku hatine belgekirin, 8 kesan li deverên di bin kontrola Rêjîma Sûrî de canên xwe ji dest dane serbarî birîndarbûna 17an, 5 kesan li deverên di bin konrtola HSDê de canên xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûne.