Nêçîrvan Barzanî bi dehan serok û serkirdeyên cîhanî dîtin
Welat TV – Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Munchenê ya Ewlehiyê li Elmanyayê beşdar kir, tê de bi dehan serok, serkirde û berpirsên pilebilind ên cîhanî re civiya.
Serok Barzanî li gel mezinê rawêjkarên serokê Emerîkayê, serokê Azarbaycan, Şahê Urdunê, Wezîrên Derve yên Turkiyê, Vatîkan, Feransa, Brîtaniya, Kiwêt, Behrên, Serokwezîrên Ermîniya, Wezîrê Berevaniya Elmanya, Grûpa perlameterên Elmanî û çendîn berpirsê din ên cîhanî re civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî, li ser rewşa ewlehî û pirsgirêkên li pêşiya asayîş û aramiya Iraq, navçe û cîhanê gotûbêj kir. Li ser wan pirsan nerînên Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, her weha, pêşxistina têkeliyan, rûbirûbûna terorê û karkirina hevbeş di warê ewlehî de, girîngiya xebatên hevbeş ji bo parastina aramî û seqamgîriya li Iraq û Rojhilata Navîn û dûrxistina wan ji alozî û pevçûnên zêdetir, di gel serok û berpirsên welatên beşdar ên konferansê de gotûbêjan kir.