Çekdarên "Feyleq Elşam" daran li gundekî Efrînê dibirin û zeviyan dikolin
Welat TV - Hewlêr
Grûpeke çekdar a "Artêşa Niştîmanî" li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê daran dibirin, û bi alavên giran zeviyan dikolin û li zêr û perçeyên kevnar digirin.
Jêderekê ji gund ji Welat TV re îro 18ê Sibata 2024an ragihand: li Gundê Şingêlê yê navçeya Raco, çekdarên "Feyleq Elşam" darên çiyayî yên gund dibirin û bazirganiyê pê dikin.
Jêderê da zanîn: Ji bilî daran, bi alavên mezin û giran zeviyan dikolin da ku perçeyên kevnar derxînin.
Çekdarên Feyleq Elşam grûpeke ser bi Artêşa Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê ve ye, destê xwe daniye ser wî gundî û çen gundên derdorê. Şêniyên gund ji kiryar û binpêkirinên wan dinalin.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûriyê de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.