El-Baba: Bajarê Siwêda ji grûpên êlan hate valakirin

El-Baba: Bajarê Siwêda ji grûpên êlan hate valakirin
El-Baba: Bajarê Siwêda ji grûpên êlan hate valakirin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku grûpên êlan li bajarê Siwêdayê nemane.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba di daxuyaniyekê de got ku "piştî belavbûna hêzên wezaretê li bakur û rojavayê parêzgeha Siwêdayê, bajarê Siwêda ji tevaya grûpên êlan hate valakirin".

El-Baba her weha daye zanîn ku şerûpevçûn li hinder taxên bajêr hatin rawestandin.

Ji aliyê xw ve jî jêderên meydanî ji Siwêdayê îro danê sibehê diyar kir ku "aramiyeke li gel hişyariyê" li bajêr belav bûye û şerûpevçûn tune ne.

Heman jêderan daye zanîn jî, ku "li hin gundan li gundewarê rojavayê parêzgehê rewşên têkdanê hatine tomarkirin û grûpên çekdar dema derbasî gundan dibin malan talan dikin".

►Her weha Bixwîne.. Qonaxên agirbesta li Siwêdayê hatin ragihandin