Avahiyek li Hesekê hilweşiya: 2 karker mirin û 2 birîndar in
Welat TV – Hewlêr
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê avahiyek hilweşiya di encamê de 2 karker di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan.
Torên xwecihî 17ê Sibata 2024an, eşkere kirin: Li taxa Xişman a bajarê Hesekê, avahiyeke hilweşiya di encamê de 4 karkerên ku li ser kar dikirin, di bin kavilan de man.
Torên Civakî dane zanîn: Ji 4 karkeran du rizgar bûn, û 2 jî jiyana xwe ji dest dan, pişt re termên wan hatin derxistin, û yên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Torên ku nûçe belav kirine, navên qurbaniyan eşkere nekirin, lê tekez kirin ku rewşa her du rizgarbûyan aram e.