Rewangeha Sûrî: 1017 kes di şerê Siwêdayê de hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rewanageha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hejmara kuştiyan di şerê Siwêdayê de gihiştiye bêtirî hezar kesî.
Rewangehê di dawîn amarên xwe de da zanîn ku, kuştina 1017 kesan di şerê Siwêdayê de, ji 13 Tîrmehê ve ta niha, hatiye belgekirin.
Li gorî amaran, ji wê hejmarê 135 kes sivîl in, jê 15 zarok in û 45 jin in.
Rewangehê banga avakirina komîteke lêkolînan a serbixwe û dadgehkirina encamderên tawanan kir.
*Her weha bixwîne: Serokatiya Rûhî ya Durziyan banga vekşandina hêzên hikûmî ji Swêdayê dike