Erdogan: El-Şeri' helwesteke bihêz derbarê bûyerên dawiyê stand

Erdogan: El-Şeri' helwesteke bihêz derbarê bûyerên dawiyê stand
Erdogan: El-Şeri’ helwesteke bihêz derbarê bûyerên dawiyê stand

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan dibêje ku Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' tu "tenazul" pêşkêş nekirine.

Erdogan îro di daxuyaniyekê de got ku El-Şeri' "helwesteke bihêz" derbarê bûyerên dawiyê li Sûriyê stand û tu "tenazul" pêşkêş nekirine.

Li gorî gotina Erdogan, Israîl aramiyê li deverê naxwaze û bibawer e ku Sûriyeya yekgirtî dê ne di perjewendiya wê de be:

"Gelekî giring e em ji cîhanê re şirove bikin ku Israîl kar li ser astengkirina projeya aramiyê li Sûriyê dike".