Qeter pesna pêşketin û projeyên Herêma Kurdistanê dide
Welat TV – Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên Bin Elî El-Fedala civiyan.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got: Bi bûneya bidawîhatina erkê wî me pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên Bin Elî El-Fedala kir.
Mesrûr Barzanî da zanîn, Di civînê de me amaje bi peywendiyên dualî kir û me spasiya wî li ser ked û karê wî di bihêzkirina hevpariyê di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de kir, her weha me hêviya serkeftinê di karê wî yê pêşerojê de xwest.
Ji aliyê xwe ve, û Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên Bin Elî El-Fedala rêz û pêzanînên xwe ji piştevanî û hevpariya Herêma Kurdistanê re kir û tekez kir ku Qeter dixwaze peywendiyan bihêz bike.
Konsulê Qeterê pesna Herêma Kurdistanê, projeyên di hemû waran da, bi taybet di warê avê û elektirîkê da