Fransa banga sizadana tawankaran û parastina pêkhateyan li Sûriyê dike
Welat TV - Hewlêr
Fransa pêşwazî li agirbesta Siwêdayê kir û banga sizadana encamderên tawanan û parastina hemû pêkhateyan li Sûriyê kir.
Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de da zanîn ku ew pêşwaziyê li agirbesta Siwêdayê dike û ji hemû aliyan xwest ku bi agirbestê pabend bin.
Wezaretê got jî ku divê şer û tundûtûjî bi awayekî yekser raweste da ku alîkariyên mirovî bigihin Siwêdayê.
*Divê mafê pêkhateyan parastî be
Daxuyaniyê bang li hikûmeta Sûrî û berpirsên li Siwêdayê kir ku careke din diyalogê bikin da ku bigihin rêkeftinekê ji bo bicîkirina aramiyê li Sûriyê.
Wezareta Fransî diyar kir ku divê hikûmeta Sûrî ewlehî û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê gerentî bike û encamderên tawanan dadgeh bike.
*Her weha bixwîne: Barrack: Divê Hikûmeta Sûriyê berpirsayetiya xwe hilgire