Ji destpêka salê ve.. Rêjîmê nirxê benzînê bo çarem car bilind kir

Ji destpêka salê ve.. Rêjîmê nirxê benzînê bo çarem car bilind kir

Welat TV - Hewlêr

Rêjîma Sûriyê nirxê benzîna Oktan a hikûmî bo cara çarem di sala 2024an de bilind kir.

Li gorî biryara nû ya rêjîmê, nirxê lîtra benzîna “Oktan 90” ji 10500 Lîreyên Sûrî bo 11 hezarî û ya “Oktan 95” ji 13825 bo 14110 LS bilind kir.

Ev cara çarem e ji destpêka sale ve Rêjîm nirxê benzîna Oktan li deverên di bin kontirola xwe de bilind dike, ku beriya niha di 8ê Çileyê, 21ê Çileyê û di 4ê Sibatê de kiribû.

Di heman demê de, nirxê mazota ku bi şêweyekî azad li bazarê tê firotan ji 12425 LS daket 12290 Lîreyî.

Di her du salên borî de, Rêjîmê nirxê benzînê zêdetirî 700 % bilind kir, ev yek jî bû sedema xwenîşandanên li dijî Rêjîmê li deverên di bin kontrola wê de.