UN: 93 hezar kes ji Siwêdayê derbider bûne

UN: 93 hezar kes ji Siwêdayê derbider bûne

Welat TV - Hewlêr

Netewên Yekgirtî, ragihand ku ji ber şer û alozoyan, 93 hezar kes ji parêzgeha Siwêdayê, derbider bûne.

Nivîsgeha Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî "OCHA" di raporta xwe de 21 Tîrmeha 2025an da zanîn, zêdetirî 93 hezarî kesî ji Siwêdayê derbiderî parêzgehên Dera û gundewarê Şamê bûne.

*Rewşa mirovî zehmet e 

Nivîsgeha Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî "OCHA" diyar kir, jêrxaneya Siwêdayê rastî ziyaneke mezin hatiye û elektirîk û av ji heftiyekê ve birî ne, her weha hejmarek ji nexweşxane û navendên tendirustî ji kar ketine.

*Di penagehan de bi cî bûne 

Netewên Yekgirtî diyar kir, piraniya derbideran di penagehan de bi cî bûne, 15 li Siwêdayê ne û 30 li Der´ayê ne.

*32 barhilgirên alîkariyan

Nivîsgeha Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî "OCHA" got jî, 32 barhilgirên alîkariyan ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û UNICEF di rêya Heyva Sor a Sûrî re gihiştin Siwêdayê tê de xwarin, av û alîkariyên pizîşkî hebûn.

*UN bang li hemû aliyan dike 

Netewên Yekgirtî bang li hemû aliyan kir ku sivîlan biparzin, û rê ji wan re vekin, da ku bi azadî liv û tevgerê bikin û rastî astengiyan di bidestxistina alîkariyên mirovî de neyên.