HRW: Kirîzeke mirovî ya metirsîdar li Siwêdayê çêbûye

HRW: Kirîzeke mirovî ya metirsîdar li Siwêdayê çêbûye

Welat TV – Hewlêr

Rêxistina Humen Rights Watch HRW, raportek derbarê bûyerên dawiyê li Siwêdayê belav kir got, ji ber nebûna xwarin, av û dermên her weha nebûna elektirîk û xizemtguzariyên din li bajêr, kirîzeke mirovî ya metirsaîdar çêbûye. 

HRW da zanîn, derbasbûna Hikûmeta Sûriyê li ser hêla girjiyan di derstpêkê de hişt ku rewş xerabtir bibe û ji kontrolê derkeve, pitî derbasbûna hikûmeta Sûriyê di 12 Tîrmehê de, rewşên binpêkirinên taîfî, kuştina meydanî, dizî û talankirina malan, hatin encamdan, û gelek ji wan binpêkirinan li dijî zarok û jinana hatine encamdan.

Rêxistina Humen Rights Watch got jî ku grûpên Durzî û êlên Bedewiyan jî binpêkirin encamdane. Kêmbaweriya ku di navbera aliyên şer de heye, rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî, û peydabûna ewlehiyê giritiye.

*"Di 2 rojan de navên 306 kesan hatine belgekirin"

HRW da zanîn, bi tenê di rojên 16 û 17 Tîrmehê de, navên 306 ku hatine kuştin li belgehên nexweşxaneya Siwêdayê hatine tomarkirin, ku 23 ji wan zarok in, her weha hejmareke mezin ji terman heye hîn jî zaniyariyên wan li nexeşxaneyê nehatine tomakirin.

*"Nenavendî li Siwêdayê çêbûye" 

Rêxistinê amaje bi wê yekê kir, niha û piştî çend rojan ji şer, grûpên Durzî bi serokatiya Hikmet El-Hicrî, parêzgeh kontrol kirine, û deshilateke nenavendî ya neragihandî çêbûye.

*HRW bangê li hemû aliyan dike 

Rêxistina Humen Rights Watch, di dawiya raporta xwe de bang li hemû aliyan kir ku asankariyan ji bo derbasbûna karwanên alîkariyan bidin, û rê ji bo dubare vegera xizmetguzariyên sereke vekin, her weha, ku divê hikûmet di ber parastina hemû welatiyan ji hemû pêkhateyan de berpirsiyar be, û kar bi awayekî cidî li ser vegerandina baweriyê bike.