Wezareta Berevaniyê: Komîtek ji bo binpêkirinên Siwêdayê hat avakirin

Wezareta Berevaniyê: Komîtek ji bo binpêkirinên Siwêdayê hat avakirin
Wezareta Berevaniyê: Komîtek ji bo binpêkirinên Siwêdayê hat avakirin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê avakirina komîtekê ji bo şopandina binpêkirinê li Siwêdayê ragihand.

Li gorî daxuyaniyekê ji Wezaretê, wan raportên derbarê binpêkirinên mezin li Siwêdayê yên "grûpeke ku cilên leşkerî li xwe kirine", şopandin.

Her weha diyar kiriye ku "komîtek ji bo şopandina binpêkirinên li Siwêdayê û lêkolînê derbarê wan kesên ku ew binpêkirin encam dane, hatiye avakirin".

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê dibêje dema ku ew kesên encamderên binpêkirinan li Siwêdayê werin naskirin, dê bi tundî werin sizadan, û "ew kes bi ser wezaretê ve jî bin" lêbûrîn tune ye.