Agirekî mezin bi çiyayên Efrînê ketiye: "Agir ji 4 demjimêran ve vêketî ye"

Welat TV – Hewlêr

Agirekî mezin bi çiyayên navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ketiye û ziyaneke mezin hatiye tomarkirin.

Jêderên xwecihî ji Efrînê ji Welat TV re got: Agir îro 23yê Tîrmeha 2025an, demjimêr 7ê şevê li çiyayê di navbera gundê Erendê û Tirmûşa li deverekê bi Sebîl tê naskirin, ketiye.

*15 hektar şewitîne 

Jêderan tekez kir, ji 4 demjimêran ve agir vêketî ye û ziyaneke mezin gihandiye darên merxan û tê texmînkirin ku zêdetirî 15 hektar ji rûberê şewitîne.

*Agir hîn vêketî ye 

Jêderan da zanîn, Tîmên berevaniyê sivîl û şêniyên gundan hewl didin agir vemirînin, lê ji ber asêbûn û bilindbûna çiya, agir nehatiye vemirandin.