Piştî 8 demjimêran agirê daristanên Efrînê hat vemirandin

Piştî 8 demjimêran agirê daristanên Efrînê hat vemirandin

Welat TV - Hewlêr

Agirê mezin ê ku bi çiyayên navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ketibû, piştî hewlên berdewam hat vemirandin.

Jêderên xwecihî ji Efrînê ji Welat TV re got: Pitşî nêzîkî 8 demjimêran îro danê sibehê demjimêr 2 û 30 xulekan agir bi temamî hat vemirandin, pişt re proseya sarkirinê dest pê kir.

Agir duh demjimêr 7ê şevê li çiyayê di navbera gundê Erendê û Tirmûşa vêket, heta berbenga îro agir vêketî bû,

Jêderan da zanîn, Tîmên berevaniyê sivîl, encûmenên xwecihî, şêniyên gundan, û rêxistina Buhar û bi amaedbûna Mesûd Betal rêveberê Efrînê, hewlên xwe yên berdewam ji bo vemirandinê kir, lê ji ber asêbûn û bilindbûna çiya, zehmetî û astengî di vemirandinê de dîtin.

Jêderan tekez kir, agir hat vemirandin lê ziyaneke mezin gihand daristan û darên merxan û tê texmînkirin ku bi dehan hektar ji rûberê şewitîne.