Civînek sêalî (Sûrî, Israîlî û Emerîkî) li Fransayê tê lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Civîneke sêalî di navbera Wezîrê Derve yê Sûrî Es´ed El-Şeybanî, Wezîrê Karûbarên Stratejîk yê Israîlê Ron Dermer bi serpereştiya Şandiyê Emerîkî bo Sûriyê Tom Barrack li Fransayê tê lidarxistin.
Jêderekê di Wezareta Derve ya Fransa de ev yek ragihand û got ku hersê alî dê li Parîsê bicivin.
Wê jêderê diyar kir ku wezîrê Israîlê gihiştiye Parîsê û yê Sûrî îro digihe.
Jêdera Fransî da zanîn jî ku Tom Barrack siba danê sibehê li gel Wezîrê Derve yê Fransay Jean-Noël Barrot dicive.
Li gorî wê jêderê, pêşhateyên başûrê Sûriyê di wê civînê de tên gotûbêjkirin.
*Her weha bixwîne: Berpirsên Sûriyê û Israîlê li Baku dicivin