Bi serperiştiya Emerîka.. El-Şeybanî li gel wezîrekî Israîlê li Parîsê civiya

Bi serperiştiya Emerîka.. El-Şeybanî li gel wezîrekî Israîlê li Parîsê civiya
Bi serperiştiya Emerîka.. El-Şeybanî li gel wezîrekî Israîlê li Parîsê civiya

Welat TV - Hewlêr

Li Parîsa paytexta Fransa Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Es'ed El-Şeybanî li gel wezîrê Karûbarên Stratejîk yê Israîlê Ron Dermer civiya.

Civîn bi serperiştiya Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Thomas Barrak bû, bi armanca dîtina hevtêgihiştinên ewlehî derbarê başûrê Sûriyê.

Şandiyê Taybet yê Emerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku ew li Parîsê li gel berpirsên Sûrî û Israîlî civiya.

Got jî: "Sûrî û Israîliyan tekezî li ser pabendiyê bi berdewamiya hewlên kêmkirina girjiyan kir".

Li gorî Barrack, armanca civînê diyalog û rawestandina girjiya bû û "ev armanc pêk hat".

Hevdemê ku Şandiyê Taybet yê Emerîka nasnameya berpirsên beşdarî civînê bûyî eşkere nekir, malpera "Axios" ya Emerîkî eşkere kir ku di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û wezîrê Karûbarên Stratejîk yê Israîlê Ron Dermer beşdar bûn û wê civînê 4 demjinêran berdewam kir.

Malperê li ser zarê berpirsên Israîlê veguhestiye, ku "armanca civînê dîtina hevtêgihiştinên ewlekarî derbarê başûrê Sûriyê bû, ew jî ji bo parastina agirbestê di navbera Israîl û Sûriyê de".

Ji aliyê xwe ve hin berpirsên Israîlî û Emerîkî civîna Parîsê weke "gaveke Yekemîn" nîşan didin û li gorî gotina wan "pêwîstî bi standina rêkaran ji bo avakirina baweriyê di navbera Israîlê û Hikûmeta Sûriyê de heye".