Wezareta Derve ya Sûrî: Hikûmeta Sûrî û HSDê li Parîsê dicivin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûrî û HSDê li Parîsa paytexta Fransayê di demeke nêzîk de, dicivin û rêkeftina 10ê Adarê mijara civînê ye.
Wezareta Derve ya Sûrî di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Sûrî Es´ed El-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li Parîsa paytexta Fransayê civîneke erênî li dar xist û daxuyaniyeke hevbeş derxist.
Daxuyaniyê da zanîn ku hersê aliyan li ser hejmarek xal li hev kiriye, ew jî ev in:
*Zêdekirina hewlan ji bo serxistina nexşerêya veguhêz li Sûriyê û parastina yekîtî, aramî û serweriya wê.
*Pabendî bi hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê û piştevaniya karînên Sûriyê ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehî.
*Piştevaniya hikûmeta Sûrî di nexşerêya veguhêz de ji bo bicîkirina lihevkirina niştîmanî nexasim li bakur rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê.
*Lidarxistina gerekê şêwirî di navbera hikûmeta Sûrî û HSDê de li Parîsê di nêzîktirîn dem de ji bo temamkirina bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê bi temamî.
*Piştevaniya hewlên sizadana encamderên tundûtûjiyê û pêşwazî li raporta Komîta Dîvçûna Rastiyan derbarê bûyerên Berava Sûriyê.
*Nabe tu welatên cîran gefê li aramiya Sûriyê bixwin her weha divê Sûriyê gefê li ewlehiya welatên cîran neke.
Ev daxuyanî di demekê de tê, ku girjî li Sûriyê gur bûne û hemû aliyên navdewletî û xwecihî dibêjin tenê rûniştina li ser maseyê û danûstandinên rasteqîne çareserî ne.
*Her weha bixwîne: El-Şeybanî li gel wezîrekî Israîlê li Parîsê civiya