Heleb.. Di teqîna mayînekê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî Kurd di encama teqîna mayînekê de li taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyana xwe ji dest da.
jêderên xwecihî da zanîn, Duh 25ê Tîrmeha 2025an, mayîneke destî li çerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyê teqiya, di encamê de ciwanê Kurd Hisên Arif Elîko jiyana xwe ji dest da.
Jêderan got, tevî hewl hatin da ji bo gihandinê wî ciwanî bo naxweşxaneyê lê, yekeser jiyana xwe ji dest da.
Hisên Elîko ji şêniyên gundê Xelnêrê yê Efrîna Rojavayê Kurdistnê ye.