Pêncemîn karwanê malbatên êlan ji Siwêdayê derket "8 term li gel wan in"
Welat TV - Hewlêr
Karwanekî nû yê malbatên êlan ji Siwêdayê hat veguhestin, birîndar û term jî di nava vî karwanî de hene.
Berevaniya sivîl a Sûrî ragihand, Pêncemîn karwanê malabtên êlan ku ji 300 kesan pêk tê ji parêzgeha Siwêdayê bo Şamê hate veguhestin.
*8 term
Li gorî Berevaniya Sivîl, di nava vî karwanî de 20 birîndar û 8 term hene.
*61 navend
Duh jî, Parêzgarê Der’ayê di daxuyaniyekê de got, 61 navend ji bo hewandina malbatên êlan li Der’ayê hatine vekirin, û ta niha 5600 malbat ji Siwêdayê hatine veguhestin.
Her weha bixwîne.. Karwanekî nû ji malbatên êlan ji Siwêdayê derket