Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li gundewarê başûrê Quneyterayê encam da.

Îro hejmarek otombîlên leşkerî yên Israîlê derbasî bajarokê Kodena li başûrê Quneyterayê bû û rêbendeke demkî ava kir û rêwî pişkinîn kirin.

Pişt re, hêzên Israîlê rêbenda xwe rakir û vegeriyan bingeha Israîlê li Til Ehmer ê rojavayî li heman parêzgehê.

Her weha 2 otombîlên leşkerî yên Israîlê ji heman beingehê derketin û berê xwe da devera Til Ehmer ê rojhilatî.

Beriya 2 rojan jî, hêzên Israîlê gerek li bajarokê Mezr´it Ebû Mezra li başûrê Quneyterayê encam da û pişt re berê xwe da Colanê.

*Her weha bixwîne: Benjamin Netanyahu: Em ê Durziyan li Sûriyê biparêzin